Hevşaredarên Seravê Davut Acar û Fîlîz Ozturk peyama weşandî de sala nû li welatiyan pîroz kirin û wan tıştan gotin:

“Em hêvî dikin kû sala 2025’an bibe sedema tenduristî, aştî û bextewariyê ji bo mirovahî û navçeya me Seravê. Weke şaredariya Seravê di sala 2024’an de em bûn xwedî şeref û serbilindî ku me bi awayekî xurt xizmeta gelê xwe kir.

Bi vê hêvî û îradeya xwe em ê di sala nû de jî li gorî armanc û hêviyên xwe yên di warê xizmetguzariyê de îradeya xwe bidomînin. Li ser esasê paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê, em ê li ser bingeha hişmendiya şefaf, adil, beşdar û kolektîf di warê şaredariya civakî de asta herî bilind bikin. Em ê vê hewldan û hewldanan bikin û baweriya ku gelê me daye me, beriya her tiştî bi pêş bixin.

Bi van hest û ramanan em hêvîdar in ku sala 2025’an ji hemû gelan re wekhevî û cîhanek adil bîne. Hezkirin û hurmeta me ya bê dawî ji gelê Seravê re.”

Hevşaredarên Seravê Fîlîz OZTURK & Dawud ACAR

*

Saray Belediye Eş Başkanları Davut Acar ve Filiz Öztürk, yayınladıkları Kürtçe ve Türkçe mesajla  mesajla yurttaşların yeni yılını kutladı.

2025 yılının insanlığa ve Sarayımıza sağlık, huzur ve mutluluk getirmesini diliyoruz. Saray Belediyesi olarak 2024 yılında yoğun bir şekilde halkımıza hizmet etmenin onurunu ve gururunu yaşadık. Bu umut ve kararlılıkla yeni yılda da hedeflerimiz doğrultusunda amaç ve beklentilerimiz hizmet anlamında en iyi şekilde azim ve kararlığımız sürecektir. Demokratik, ekolojik, kadın özgürlükçü paradigmamızı esas alarak şeffaf, adil, katılımcı ve kollektif aklı esas alarak sosyal belediyecilik anlamında da çıtayı daha yukarı taşıyacağız. Halkımızın bize verdiği emaneti herşeyden üstün kılarak bu uğraş ve gayret içinde  olacağız.

Bu duygu ve düşüncelerle 2025 yılının bütün halklara eşitlik ve adil bir dünya getirmesini diliyoruz. Saray halkımızı sonsuz sevgi ve saygılarımızla.

SARAY BELEDİYE EŞ BAŞKANLARI: FİLİZ ÖZTÜRK VE DAVUT ACAR